23 Temmuz 2024
  • İstanbul31°C
  • Diyarbakır37°C
  • Ankara29°C
  • İzmir33°C
  • Berlin21°C

NÛBİHAR DERGİSİNİN 164.SAYISI ÇIKTI!

Nûbihar dergisinin yeni sayısı okuyucusuyla buluştu.

Nûbihar dergisinin 164.sayısı çıktı!

30 Ağustos 2023 Çarşamba 13:32

Derginin editörü Süleyman Çevik editör yazısında, Berxwedana Araratê (Ağrı İsyanı) dosyası olarak çıkan bir önceki sayının çok ilgi gördüğünü, dergiyi ikinci defa bastıklarını söylemiş ve ilerde de özel dosyalar yapacaklarını belirtmiş.

Ayhan Geverî bu sayıda Cimcime Sultan Destanı üzerine yazmış.

Fars, Kürt, Türk ve Süryani edebiyatlarında da bu destanın olduğunu yazan Geverî, Gever, Culemêrg ve Şemzînan varyatlarından bahsetmiş ve yazısında Evdilqadir Qizilqaya’nın varyantını vermiş.

Nevzat Eminoğlu Melayê Cizîrî’nin şiirlerinde aşk ve estetik konusunda yazmış ve şiirlerinden örnekler vermiş.

Avrupa’da yaşayan Kürt şair Mem Ronga (Mehmet Tanrıkulu) Sidqî Azizoğlu’nun ilk kez yayınlanan iki şiirini yayına hazırlamış.

Bu yılın şubat ayında meydana gelen Maraş merkezli büyük depremler de bu sayıda Nasır Kemaloğlu’nun hikayesine, Prof. Behcet Al’ın da uzun bir şiirine konu olmuş.

Hêmin Omer 1970’li yıllarda Mela Xelefê Bafeyî’nin Ebdurreqîb Yusif’a gönderdiği Kürtçe bir mektubu yayına hazırlamış.

Serdar Bedirxan ile W.K. Merdimîn de bu sayıda Said-i Nursi’den Zazaki’ye bir çeviri yapmışlar.

Bu sayıdaki röportajını ise Salihê Kevirbirî Gürcistan’da Kürt tiyatrocu Bînbaşê Axê ile yapmış.

164. sayının diğer yazarları ise şöyle sıralanmış: Hanifi Taşkın, Şerq Bulbulî Kerem, Mihemed Elî Elewîkeya, Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Edîb Polat, Saîd Mîrza, Zeynep Çelik, Mîr Şad, Dawid Aram, Yılmaz Elagöz, A.R.T Dilazad, Sait Faik Abasıyanık, Fîrûzan Demir, Hekîm Meretoyar ve Dr. Omer Ulucay.

Yine bir çok şiir bu sayıda yer bulmuş. Sayının şairleri ise şöyle sıralanmış: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga), Ahmed Arif, Sidqî Azizoğlu, Îmamê Şafîî, Se’diyê Şîrazî, Mascha Kalêko, M. Zahir Ertekin, Xebatkarê Şirnexî, Refîq Sabîr, Sidîq Gorîcan, Sabri Akbel, Mela ‘Ebdurrehîm Behmûrî, Muqades Agirî ve Azad Rebiwar.

164. sayının içeriği ise şöyle:

450-dergi.jpg

Süleyman Çevik/ji Edîtor

Ayhan Geverî/Destana Cimcime Siltan û varyantên wê yên Kurdî

Rojen Barnas/Ez şivanê cola xeyalên bêweç

Nevzat Eminoğlu/Melayê Cizîrî: Şairê Eşq û Estetîkê

Hemin Omer/Edebiyata Namenivîsînê -2- Ji Mela Xelefê Bafeyî ve bo Ebdurreqîb Yusif

Seîdê Norsî (Acarnayoxî: Serdar Bedirxan & W.K. Merdimîn)/Mektubo Şîyêsin ra

Berken Bereh/Behî / Kişik

Hanifi Taşkın/Dengbêj ‘Elbariyê Panosê

Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga)/Balafirgeha Kolnê

Şerq Bulbuli Kerem (Tiranskrîb: Sîpanî) Tahirxan/Mîrpenc/Xanê Çavbelek

Ahmed Arif (Ji Tirkî: Talat İnanc)/Merheba

Şanoger Bînbaşê Axê: Gava Sovyet hilweşiya, çand û şanoya me jî pê re hilweşiya! (Hevpeyvîn: Salih Kevirbirî)

Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga): (Amadekar)/Du helbestên Sidqî Azizoğlu

Mihemed Eli Elewîkeya (Ji Farisî: Mustafa Gokkan)/Stêrkek gêş di asoya hunera Kurdî-Îslamî de: Jiyan û Berhemên Mîrza Mihemed Reza Kelhorî

Îmamê Şafîî (Ji Erebî: Mihemed Eli Bayram)/Bihêle bila roj daxwaza xwe pêk bînin

Sabri Akbel/Xwêdana Axê

Se’diyê Şîrazî (Ji Farisî: Hayrullah Acar)/Ey Senem

Felat Dilgeş/“Vîva Kurdistan! Vîva Kurdistan!”

Edîb Polat/Pênûsa Şikestî

Mascha Kalêko (Ji Almanî: Abdullah Încekan)/Reçete

Saîd Mîrza/Wext

Zeynep Çelik/Viyan

M. Zahir Ertekin /Dila!

Mîr Şad/Trêna kevin

Dawid Aram/Hechecîka duyem

Yılmaz Elagöz/Dûpişk

A.R.T Dilazad (Berhevkar)/ Çîroka jinbavê

Xebatkarê Şirnexî/Evîndarî

Refîq Sabîr (Ji Soranî: Dilovan Alî)/Helbestek ji bo dayika min

Nasır Kemaloğlu/Wêranê Adiyemanê, Wey anê, wey anê!

Sait Faik Abasıyanık (Ji Tirki: Murad Pola)/Ker

Sidîq Gorîcan/Heşt Haykoyên Heftane

Prof. Dr. Behcet Al/Erdhej

Sabri Akbel/Warê me

Fîrûzan Demir/Qeçekan de kay û averşîyayişê ziwanî

Mela ‘Ebdurrehîm Behmûrî/Dilê min bû mubtelayê…

Hekîm Meretoyar/Lalistan

Dr. Omer Ulucay/Di Kelepora Kurdî de Heyranok

Muqades Agirî/Zarokên dilzêrîn

Azad Rebiwar/Ji qewmê xwe bêrî me êdî

Ji Edîtor

Ji jimara 164an merheba.

Jimarek berê, jimara 163yan em bi dosyaya Berxwedana Araratê derketibûn pêşberî we.

Bi kêfxweşî bibêjim ku vê dosyaya me aleqeyek baş dît, çapa yekem qediya û me cara duduyan çap kir.

Ev cara duduyan e ku jimareke Nûbiharê diqede û careke din çap dibe.

Di sala 2006an de jî jimara 98an qediyabû, paşê me cara duduyan çap kiribû.

Kovareke Kurdî du caran çap bibe, ev tişt têra xwe hêjayî pesnê ye.

Em spasiyek jidil li xwendevanan, li nûnerên xwe û helbet li amadekarên dosyayê Mehmet Gültekin û Nihat Gültekin dikin.

Eger derfet çêbibin, em dixwazin di jimarên pêş de jî li ser hin mijar, bûyer yan jî şexsiyetan dosyayên taybet çêbikin.

***

Madem mijar ji dosyayê vebû, dixwazim bangekê li we hevalên hêja bikim:

Eger meraqa we hebe û hûn aleqedar bin ji kerema xwe hûn jî ji bo Nûbiharê dosyayekê amade bikin.

Mijara xwe teklîf bikin. Emê bi hev re biryar bidin, bi şewrê rêya xwe kifş bikin.

Bi kurtî rêya amadekirina dosyayê ev e:

-Ji bo dosyayê mijara xwe diyar bikin.

-Ji 4-5 kesan li ser wê dosyayê hûnê nivîs bixwazin.

-Bi dosyayê ve aleqedar divê hûn bi kesekî re hevpeyvînekê jî bikin.

Amadekirina dosyayê ewqas e. Mijara dosyayê eger mijarek rojane nebe, jixwe çi wextê be hûn dikarin amade bikin, em jî her wextê dikarin biweşînin.

Di vê mijarê de hevalên dilxwaz dikarin bi min re îrtîbatê çê bikin. Çi ji destê min were ezê alîkariya wan jî bikim. Pirs û pêşniyarên we hebin hûn dikarin li ser medya civakî yan jî li ser maile ji min re bişînin. Maila min jî ev e: [email protected]

***

Em werin ser jimara xwe ya li ber dest.

Ayhan Geverî di vê jimarê de li ser Destana Cimcime Siltanê nivîsiye. Ev destan destaneke berbelav e û bi taybetî di gelek çand û edebiyatên Rojhilata Navîn de, di edebiyatên Farsî, Kurdî, Tirkî û Suryaniyan de nimûneyên wê hene. Nivîskar li ser varyantên Gever, Culemêrg û Şemzînanê lêkolîn kiriye û herî dawîn metnê varyanta Evdilqadir Qizilqaya daye.

Nevzat Eminoğlu di nivîsa xwe ya bi navê “Melayê Cizîrî: Şairê Eşq û Estetîkê” de li ser eşq û estetîk ji şi’rên Mela çend nimûne dane.

Erdheja meha Sibatê ku di 11 bajaran de çêbû li gor reqemên fermî bû sebebê mirina ji 50 hezarî zêdetir însanî. Mijara çîroka Nasır Kemaloğlu û helbestek dirêj ya Prof. Behcet Al ev felaketa erdhejê ye.

Berê çandeke nameyan hebû. Di pêşketina edebiyatê de rola nameyan girîng bû. Dema name zêde belav bûn, mixabin li cem me çanda nivîsandinê kêm bû. Niha çanda nivîsandinê hêdî hêdî çêdibe, lê êdî name nemane. Di wan wextan de Mela Xelefê Bafeyî ji Ebdurreqîb Yusif re bi Kurdî name şandine. Bi min ev gelek girîng in. Hêmin Omer ev du jimar in di Nûbiharê de van nameyan dide.

Vê jimarê Serdar Bedirxan û W.K. Merdimîn jî ji Seîdê Norsî wergereke Zazakî kirine.

Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe van kesan di vê jimarê de cih girtine: Hanifi Taşkın, Şerq Bulbulî Kerem, Mihemed Elî Elewîkeya, Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Edîb Polat, Saîd Mîrza, Zeynep Çelik, Mîr Şad, Dawid Aram, Yılmaz Elagöz, A.R.T Dilazad, Sait Faik Abasıyanık, Fîrûzan Demir, Hekîm Meretoyar û Dr. Omer Ulucay.

Şairên vê jimarê jî ev kes in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga), Ahmed Arif, Sidqî Azizoğlu, Îmamê Şafîî, Se’diyê Şîrazî, Mascha Kalêko, M. Zahir Ertekin, Xebatkarê Şirnexî, Refîq Sabîr, Sidîq Gorîcan, Sabri Akbel, Mela ‘Ebdurrehîm Behmûrî, Muqades Agirî û Azad Rebiwar.

Hevpeyvîna vê jimarê jî Salihê Kevirbirî li Gurcîstanê, bi şanoger Bînbaşê Axê re kiriye.

Heta jimareke din bi xatirê we.

SÜLEYMAN ÇEVİK

Yorumlar
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış
ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.