29 Şubat 2024
  • İstanbul16°C
  • Diyarbakır13°C
  • Ankara16°C
  • İzmir22°C
  • Berlin8°C

NÛBİHAR DERGİSİNDEN KÜRT DİLİ DOSYASI!

Nûbihar dergisinin 165. Sayısı Kürt Dili Dosyası olarak çıktı.

Nûbihar Dergisinden Kürt Dili Dosyası!

05 Aralık 2023 Salı 18:56

Derginin editörü Süleyman Çevik son dönemde kurum olarak birçok fuara katıldıklarını, 2024 yılı takvimini çıkarttıklarını, çok sayıda yeni kitap bastıklarını ve bu süreçte derginin bu sayısını da çıkarttıklarını yazmış.

Bu sayıdaki dosyanın adı ZIMANÊ KURDÎ: QUO VADÎS?’dir.

Dosya editörlüğünü Abdullah İncekan yapmış.

Yazılarıyla dosyaya katkı veren yazar ve akademisyenler ise şöyle: Abdullah Încekan, Îbrahîm Bor, Jan Îlhan Kizilhan, Tevfik Bayram, Şehmus Kurt, Reha Ruhavioğlu, Prof. Dr. Joanna Bocheńska, Prof Dr. Geoffrey Haig, Prof. Dr. Christoph Schroeder ve Miradxan Şemzînanî.

Dosyadaki yazılar derginin 3’te 1’i olarak 30 sayfa tutmuş.

***

Dosyanın dışında da bir çok yazı, hikaye ve şiir var.

Bu sayıda Salih Kevirbirî geçenlerde vefat eden dengbêj Feyzoyê Riza üzerine yazmış.

Rohat Alakom geçenlerde anıları yayınlanan Ermenistan Kürtlerinden sanatçı Aslîka Qadir’i ve bu anılarını yazısına konu etmiş.

Genç yaşlarda Şeyh Said Hareketine katılan sonra Suriye geçen Hesen Hişyarê Serdî’yi Şiyar Silêman yazmış.

Bu sene Türkiye Cumhuriyetinin 100. yılı. Murad Celalî Cumhuriyetin tarihini yazan ama hiç Kürtlerden bahsetmeyen yazarlardan bahsetmiş.

Cîhan Roj yazısında “Nûbihar’ın Muhafazakarlığı”nın yanısıra son yıllardaki Kürt yayıncılığından da genişçe bahsetmiş.

1928’te Viyana kadar giden 47 Kürdistanlı Hristiyan’ın orada yaşadıkları İbrahim Bulak’ın yazısına konu olmuş.

Bu sayıdaki söyleşiyi ise Nihat Gültekin Priskê Mihoyî ile yapmış.

Şiir, hikaye ve yazılarıyla bu sayıya katkı veren diğer birçok kişi ise şöyle:

Barnas, Berken Bereh, Kawa Nemir, Talat İnanç, Miroyê Esed, Hafizê Şîrazî, Felat Dilgeş, Sidîq Gorîcan, M. Zahir Ertekin, Coman Herdî, Arif Yûsif Zemanî Sabri Akbel, Mustafa Berzan Döner, Tekin Çifçi, Ebru Yılmaz, Kevok Mizgîn, Mîr Şad, Zeynep Şemdinoğlu, Rahmetullah Karakaya, Hekîm Meretoyar, Yusuf Abay ve Azad Rêbiwar.

Sayının içeriği:

440.jpg
Süleyman Çevik/Ji Edîtor

Salih Kevirbirî/Feyzoyê Riza mir, derzek li movika pişta min ket…

Rojen Barnas/Çavlirêya Edaletê

Berken Bereh/Serdanek li Selpakfiroşa Kawa Nemirî

Rohat Alakom/Bîranînên Aslîka Qadir

Şiyar Silêman/Hesen Hişyarê Serdî û Bîranîna Wî ya Jibîrkirî

Murad Celalî/Gelo Bêyî Kurdan Nivîsîna Dîroka Komara Tirkiyeyê Pêkan e?

Kawa Nemir/Baz

Cîhan Roj/Pêlek Mihefezekar

Talat İnanç/Gur

***

DOSYE: ZIMANÊ KURDÎ: QUO VADÎS? Editor: Abdullah Incekan

Abdullah Încekan/Di sedsala 21ê de Kurdî: Zimanek bi çi dijî?

Îbrahîm Bor/Çend Gotin li ser Felsefeya Ziman: Ziman Hebûn e

Jan Îlhan Kizilhan/Psîkolojî û Ziman

Tevfik Bayram/Ziman û xizmetên tenduristiyê

Şehmus Kurt/Dîrokçeyeke Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkiyeyê

Reha Ruhavioğlu/Li Tirkiyê rewş û pêşeroja zimanê Kurdî Lêkolînên sehayî çi dibêjin?

Lêpirsîn: Pêşeroja zimanê Kurdî: Zimanzanên biyanî çi difikirin

Prof. Dr. Joanna Bocheńska

Prof Dr. Geoffrey Haig

Prof. Dr. Christoph Schroeder

Miradxan Şemzînanî & Abdullah İncekan (Amadekar)/Kurdî çi tîne bîra zarok û ciwanan?

***

Mîroyê Esed/Roja Reş (Amadekar: Mustafa Kılıçaslan)

Hafizê Şîrazî/Sîne ji agirê dil (Werger: Hayrullah Acar)

Felat Dilgeş/Nanê Parsê

Sidîq Gorîcan/ Heft Haykoyên Heftane

M. Zahir Ertekin/Barkirina ji bajarekî

Îbrahîm Bulak/Sala/1928 li Viyenayê penaberên ji Kurdistanê

Arif Yûsif Zemanî/Gotûbêjek Digel Dayikê (Werger: Yunus Dilkoçer)

Prîskê Mihoyî/Ger lal bihatama vê cîhanê, ezê her tenê fêrî zimanê dayika xwe bûma! (Hevpeyvîn: Nihat Gultekin)

Sabri Akbel/Çek û ez

Mustafa Berzan Döner/yarenî

Jiyar Homer & Ciwan Qado/Çar Helbestên Çoman Herdî (Ji Soranî)

Tekin Çifçi/Helbesta Helbestvan

Ebru Yılmaz/Evîna me, nêr e!

Kevok Mizgîn/Nêçîra Şebab

Mîr Şad/Bûka Berfê

Zeynep Şemdinoğlu/Çend Haîkûyên Wabîyîn

Rahmetullah Karakaya/Payîz

Hekîm Meretoyar/Li Tûr Abdîn

Yusuf Abay/Welat

Azad Rêbiwar/payîzxêr
 

Nivîsa Edîtor

Ji jimara 165an merheba!

Di nava du mehên dawîn de em beşdarî pêşengehên pirtûkan ên Tetwan, Batman, Stenbol, Îzmîr, Riha û Mûşê bûn. Dema ev kovar bikeve destê we, di meha Kanûnê de înşalah emê li pêşengeha Diyarbekirê bin.

Ji bo van pêşengehan me gelek kitêbên nû derxistin û gelek çapên dubare çap kirin.

Li ser kitêbên nû hê jî xebat û amadekariyên me dewam dikin.

Di van rojan de me salnama Nûbiharê ya 2024an jî derxist.

Wekî gelek xwendevan dizanin ev çend sal in em salnamayek seranser bi Kurdî diweşînin.

Ev jimara li ber destê we jî di van şertan de derket.

Ji ber sedemên min li jor gotin, amadekirina vê kovarê wext girt, li gor hesabê me dikir derengtir derket.

***

Di vê jimarê de, bi edîtoriya Abdullah Încekan, bi navê dosyeya “Zimanê Kurdî: Quo Vadîs?” dosyeyek berfireh cih digire.

“Quo Vadîs?” tê çi maneyê, kek Abdullah di serê dosyeyê de bi kurtî çîroka wê gotiye.

Abdullah Încekan, Îbrahim Bor, Jan Îlhan Kizilhan, Tevfik Bayram, Şehmus Kurt û Reha Ruhavioglu bi keda xwe di vê dosyeyê de cih girtine.

Edîtorê dosyeyê Abdullah Încekan ji akademîsyenên biyanî Joanna Boschenska, Geoffrey Haig û Christoph Schroeder jî sê pirs pirsîne û bersivên wan jî dane.

Kurdî çi tîne bîra zarokan? Hin zarokan bersiva vê pirsê jî dane.

Kesên beşdarî dosyeyê bûne, pirên wan akademîsyen in. Dikarim bi kêfxweşî bibêjim min bi xwe, ji nêrînên wan gelek îstifade kir.

Bi vê wesîleyê di serî de ji edîtorê vê dosyeyê ji Abdullah Încekan re û ji kesên ku bi nivîsên xwe ev dosyeya me dewlemend kirine re spasiyek ji dil dikim.

***

Helbet naveroka kovarê tenê ji dosyeyê pêk nayê.

Gelek hêjayên me, hosteyên peyvan ji nav me bar dikin. Yek ji wan dengbêj Feyzoyê Riza çendek berê çû rehma Xwedê. Di vê jimarê de Salih Kevirbirî li ser dengbêj Feyzoyê Riza nivîsiye. Bi vê wesîleyê em jî ji malbat û hezkiriyên wî re sebr û serxweşiyê dixwazin, rehma Xwedê lê be.

Rohat Alakom li ser bîranînên hunermenda navdar Aslîka Qadir nivîsiye. Aslîka Qadir Kurdeke Ermenîstanê ye, 50 sal in distirê û demek berê bîranînên xwe nivîsîbûn.

Şiyar Silêman li ser Hesen Hişyarê Serdî nivîsiye. Ew kesê beşdarî hereketa Şêx Seîd bûye, paşê çûye Binê Xetê û li wir jî doza xwe meşandiye.

Di van rojên ku 100 saliya komara Tirkiyê di rojevê de ye, Murad Celalî bi sernavê “Gelo Bêyî Kurdan Nivîsîna Dîroka Komara Tirkiyeyê Pêkan e?” nivîsa xwe honaye û bal kişandiye ser hin xebatên nivîskarên Tirk ên di vê çarçoveyê de.

Cîhan Roj di nivîsa xwe ya “Pêlek Mihefezekar” de her çiqas nivîsa xwe li dor “mihefezekariya Nûbiharê” bigerîne jî ya rastî di nivîsa xwe de behsa gelek mijarên balkêş ku bi weşangeriya Kurdî ve aleqedar in jî kiriye.

Mustafa Kılıçaslan ji romana Miroyê Esed “Roja Reş” beşek amade kiriye. Ev romana han çap nebûye û gelek beşên wê jî wenda ne.

İbrahim Bulak mijareke balkêş û nayê zanîn kiriye mijara nivîsa xwe. Sala 1928an 47 Xirîstiyanên Kurdistanê wek penaber çûne Viyenayê. Behsa hatina wan ya bi zehmet û eziyet û jiyana wan ya peyre jî kiriye.

Jiyar Homer û Ciwan Qado ji Soranî çar helbestên Coman Herdî wergerandine.

Wekî din çîrok û nivîsên Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Ebru Yılmaz, Kevok Mizgîn û Mîr Şad hêjayî xwendinê ne.

Hevpeyvîna vê jimarê Nihat Gultekin bi Priskê Mihoyî re kiriye.

Şairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Kawa Nemir, Talat İnanç, Hafizê Şîrazî, Sidîq Gorîcan, M. Zahir Ertekin, Arif Yûsif Zemanî, Mustafa Berzan Döner, Tekin Çifçi, Zeynep Şemdinoğlu, Rahmetullah Karakaya, Hekîm Meretoyar, Yusuf Abay û Azad Rêbiwar.

Heta jimara din bi xatirê we.

SÜLEYMAN ÇEVİK

 
 
 
 
Yorumlar
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış
ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.